• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Ji teref HUDA PARê ve daxwazîya alîkarîya cotkaran hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Teşkîlata Navçeya Îpekyolîya Wanê ya HUDA PARê zîyaretên xwe berdewam dikin, di çarçoveya zîyaretên gundan de gundên Aritoprak, Koşebaşi û Karakoçê ku girêdayê navçeyê ne zîyaret kirin û pirsgirêkên wan gohdar kirin.

Ahmet Taşê Endamê Lijneya Îdareya Bajara Wanê yê HUDA PARê derheqê pirsgirêkên gundê Karakoçê de destnîşan kir ku ew ji bona ku ‘erdên xwe av bidin zehmetî û pirsgirêka avê dikşînin, ‘erdên gundê Karakoçê hilberdar e, lê digel vê hilberdarîyê ji ber kêmasîya avê zîreata kêrhatî nikarin bikin.

Taş di axavtina xwe de îfade kir ku ji ber ku zîreatekî kêrhatî bê kirin lazim e ku îxtîyacîya ava gundîyan bê peydakirin û ew weha berdewam kir, “Me pirsgirêkên gundîyan gohdar kir. Van gundîyên me îdareya xwe bi zîreatê dikin  lê ji bona ku hilberînê bikin îxtîyacîya wan ji avê re heye. Avek heye ku 5 kîlometre nêzê gundê Karakoçê ye, çi qas jî welatîyên me derheqê vê avê de daxwazî kirine jî ji bona çareserîyê tiştek nehatîye kirin. Van gundîyên ku îdareya wan bi zîreatê dibe, ji bona ku îdareya xwe bikin lazim e ku rayedaran ji vê meseleyê re çareserîyekê bibînin û vê meseleyê çareser bikin.”

“Lazim e ku ji van gundîyên me yên ku xwedîyê ‘erdên kêrhatînê re alîkarî bê kirin”

Taş di berdewama  axavtina xwe de ragihand ku ji bona van gundîyan teşwîkê zîreatê bên kirin ji wan re çeşîd bi çeşîd projeyan bên pêşkeşkirin û axavtina xwe weha dawî kir, “Ji bona ku welatîyên me bên teşwîqkirin ji wan re çeşîd bi çeşîd projeyan bên pêşkeşkirin. Ji bona teşwîqkirina wan lazim e ku derheqê mazot, tov, ceryan û hetta nav ‘erdên wan de vekirina bîrên avê de jî gav bên avêtin. Gundîyan dibêjin ku ew di nav ‘erdên xwe de dikarin ji tavê ceryanê hilberînin û vê ceryanê jî ji gundîyan re belav bikin. Lazime ku ji van gundîyên me yên ku xwedîyê ‘erdên kêrhatînêne re ji bona zîreatê teşwîkan bên kirin. Bi tevî van teşwîqan lazim e ku gundî derheqê zîreatê de bên perwerdekirin, ji wan re semîner bên dayîn, ev tişt him ji bona gundîyên me him jî ji bona bajarê me gelek muhîm e. Em bi navê HUDA PARê ew ê bi rayedaran re hevdîtin bikin û projeyên xwe ji wan re teqdîm bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir