• DOLAR 32.204
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2498.8
  • ...
Sîyonîstên îşxalker Filistînîyekî dinê jî şehîd kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristî ya Filistînê derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir û got ku sîyonîstên îşxalker doh di seatên êvarê de êrîş li şênîyên Kampa Miltecîyan a  El-Arubê ya ku li qesebeya Beytul-Fîcarê ku girêdayê Beytullahîyê yê Şerîaya Rojavayê ye kir, di encama êrîşê de Ammar Şefîk Ebu Afîfe şehîd bû.

Ebu Afîfe, di nav 24 seatan de Filistînîyên ku ji teref rejima îşxalkeran ve hatine şehîdkirin 3yemîn şehîd e. Rejimên îşxalker doh di seatên serê sibê de li bajara Cenînê jî 2 Filistînîyan şehîd kiribû.

Qelebalixa ku beşdarê merasîma cinaza şehîd bûbûn, ji bona ku bila heyf ji rejima îşxalker bê girtin û berxwedana ku li hember sîyonîstan tên kirin bê zêdekirin siloganan avêtin.

HAMAS jî derheqê şehîdkirina ciwanan de daxuyanîyeke çapemenî da û di daxuyanîyê de weha got, “Di pişta van meseleyan de helwestê rejima îşxalker ya êrîşkar û helwestê wî ya terorî heye. Mesulên hemû van tiştan ew e. Cinayet û helwestê êrîşdarê rejima îşxalker ew ê ji micadeleya xelqê Filistînê yên ku ji bona heqên xwe didin nikarin gavên paş bidin avêtin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir