Li Entabê li dijî tîryakfiroşan operasyon hat kirin: 31 kes hatin girtin
Li Entabê ji teref polêsan ve li dijî tîryakfiroşan operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonan de 389 şikdar hatin binçavkirin û ji wan şikdarên ku hatine binçavkirin 31 kes jî hatin girtin.
![Li Entabê li dijî tîryakfiroşan operasyon hat kirin: 31 kes hatin girtin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Uqh6U96eEHJRQDdGVJ0Rd-MgGbo=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/09/li-entabe-li-diji-tiryakfirosan-operasyon-hat-kirin-31-kes-hatin-girtin-bd74804f.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Ji teref Midirtîya Ewlehîya Bajar ve daxuyanîyek nivisî hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li dijî tacirên “jehrê” operasyon hat kirin.
Di encama operasyonan de tiştên ku di edresan de di encama lêgerînê de hatin bidestxistin ev in; 4 kîlogram û 527 grem tîryakê sentetîk, 2 hezar û 476 heb hebên tîryak, 792 grem esrar, 586 grem eroîn, 7 heb terazîyên hessas, çekek û tivingek hatin bidestxistin.
Hat destnîşankirin ku di encama operasyonan de 31 kes jî hatin girtin û hatin şîyandin girtîgehê, şikdarên dinê jî hatin berdan. (ÎLKHA)