• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Hejmara 52yemîn a Kovara Kelhaamedê derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di vê hejmara nû ya Kelhaamedê de bal hatin kişandin li ser ehemîyeta zimanê Kurdî û polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên ku li ser zimanê Kurdî tên kirin.

Di nivîsa danasînê ya vê hejmarê de derheqê naveroka vê hejmarê de wisa hat gotin:

Xwendevanên hêja!

Çi meseleyên komelayetî yan siyasî çêbibin ji aliyekî ve ‘elaqa wan bi Kurdan ve heye. Her bûyerekî ku di qewime ji aliyekî ve Kurdan ‘elaqe dike yan jî Kurd karin hissekî ji xwe re jê derxin. Çimkî waqi’ê Kurd û Kurdistanê navenda siyaset û komelayetiyê ye.

Yek ji wan meseleyên ku daîm di rojevê de ye û tu carî kevn nabe mesela zimanê Kurdî ye. Ji aliyekî ve dewletên desthilatdar, di serê wan de jî dewleta Tirkiyê înkar û redda zimanê Kurdî dikin ji aliyê din ve jî ‘alim û rewşenbîrên Kurdan bi zimanê xwe berhem û gotaran peşkeş dikin, bi qewet û bedewiya zimanê Kurdî di mese¬leyên ‘ilmî, siyasî û komelayetî de tesîreke mezin dihêlin.

Me jî xwe li hember vê waqi’ê kerr nekîr, di vê hejmara xwe de em li ser bandor û hêza zimanê Kurdî sekinin. Sernivîsa me derheqê qewet û bedewiya zimanê Kurdî de ye. Her wiha ji nivîskarên me Nûreddîn Qoserî bi pêşnavê “Hesbîhalek li ser Zimanê Kurdî” nivîsek tehlîlî nivîsandiye. Şerîf Emîn jî bi pêşnavê “Pilana Islahkirina Şerqê Berdewam e” nivîsek dîrokî û komelayetî nivîsandiye, ji ber ku di tebî’etê nivîsa wî de mesela ziman jî cihekî girîk digre bi hinek xalên muhîm ji ziman jî xeberdaye.

Nivîskarê şareza û rewşenbîrê navdar mamosta Wehdeddîn Înce jî di vê hejmara me de dest bi nîvîsê kir û ji niha pê ve jî wê her binvîse înşaallah. Ji bo ku di kel¬haamed de binvîse em çûn me wî dît, me bi hev re demeke şêrîn û suhbeteke xweş derbas kir û me teleba nivîsandinê lê kir. Wî jî di gel hemî meşğûliyetên xwe teleba me qebûl kir. Em tekrar sipasiya xwe pêşkêşî wî dikin û du’ayên xêrê ji wî û hemî nivîskarên xwe re dikin.

Her wekî hûn dizanin meha adarê salvegera kîmyabarana Helepçe ye. Bi taybet di ‘alema Îslamê de bi giştî jî di hemî dunyayê de medyayên netewî û nîvnetewî hetanî îro jî bi heqqî li serê nesekinîne. Weke çapemeniyeke Kurdî em vê meselê yek ji wacibê xwe yên muhîmtir dibînin û her sal bi çend nivîsan wê tînin rojeva xwe. Nivîskarê me Cewdet Karaman wek helqekeyek rêzenivîsa “Tew Dinyayê” nivîseke hêja di vî warî de ji bo we nivîsandiye.

Yek ji bîranînên vê hejmara me wîladeta pîroz e. Her sal Diyarbekir di meha Nîsanê de bi merasima mewlûdê ya ku li qada bajêr de çêdibe û bi sed hezaran kes tê de dicivin şên û şad dibe. Şi’ra nivîskarê me M. Zahir Ertekîn “navê te diyarbekir e”, nivîsa Nesîh Guler “Yek Ji Nuqteyên Zivrînekê” û nivîsa Hilmî Beg “Mewlûda Bateî” di vî warî de mijarên mûhîm derdixin pêş.

Bi hêviya îstîfadekirina jê em vê hejmara xwe ya têr û dagirtî pêşkêşî we xwen¬devanên hêja dikin.

De keremkin…



Bu haberler de ilginizi çekebilir