• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Hevdîtina Alîman yê ji bona Qudsê dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hevdîtina Alîman Navneteweyî yê ji Bona Qudsê ê ku di  bergeha Hefteya Qudsê ya Cîhanê de tê sazkirin, li Navenda Giştî ya Dîyarbekir yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê dest pê kir.

Bername bi xwendina Qurana pîroz yê ku ji teref Omer Akgul Xoce ve hat xwendin dest pê kir û ew ê bername bi şeklê minazarayê berdewam bike.

Hat destnîşankirin ku ew ê di bername de Mela Enwer Kılıçaslanê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê, Prof. Dr. Alî Muhyîddîn el-Qaradaxîyê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alîmên Misilman yê Cîhanê (bi onlîne), Doç. Dr. Eymen Cemmal, Molla Abdulwahhab Ekîncî xeberdanekî silavdayînê bikin.

Di danişîna ‘ewil de ew ê Dr. Newwaf Tekrurî “Di Yekîtîya Ummetê de Rola Qudsê”, Şêx Abdulxalik Şerîf “Di azadkirina Mescîdî Eqsayê de Muhîmtîya Paqijbûna Manewîyatê”, Dr. Îdrîs Karîtanî “Quds ê Tenê De’wa Ereban Nînê Dewa Hemû Misilmanan e”, Şêx Ebu-l Xayr Şukrî “Meseleya Îsra û Mî’racê Bi Minasebeta Wî Yê Mescîdî Heramê” pêşkeşîyekî bikin.

Ew ê dû re navberek bê dayîn û di pêşîya danişîna duyemîn de Dr. Abdullah Qubeysî, Dr. Saîd Lafî, Dr. Abdullah Zîndanî xeberdaneke silavdayînê bikin.

Di danişîna duyemîn de ew ê Dr. Abdulkadîr Turan “Seleheddîn Eyyûbî û Yekîtîya Misilmanan”, Dr. Hasan Selman “Armanc û Xebatên Komîsyona Hefteya Qudsê”, Mewlana Abdussabur Abbasî “Muhîmtîya Qudsê”, Şeyh Abdulvarîs Xoten “Rola Navenda Îşxala Filistînê Yê Di Îşxala Herêmên Îslamî û Turkîstana Şerqê” pêşkeşîyekî bikin.

Bername piştî milahezeyan ew ê bê dawîkirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir