• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Wezareta Karên Hundir a Ûkraynayê: 3 hezar û 500 leşkerên Rûs hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di roja sêyemîn a şerê Rûsya û Ûkraynayê de windahiyên mezin pêk tên. Li paytexta Ûkraynayê dengê çek û teqînên dijwar tên bihîstin.

Wezareta Karên Hundir a Ukraynayê derheqê pevçûnan de daxuyaniyeke nû da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku îro danê sibê saet 06:00 li gorî saeta herêmî, artêşa Ukraynayê li seranserê welêt 3 hezar û 500 leşkerên Rûsyayê kuştine û 14 balafirên şer û 8 helîkopter jî xistine xwarê.

Hat diyarkirin ku pevçûn berdewam dikin û hat gotin ku 102 tank û 536 wesayîtên zirxî yên Rûsyayê hatine rûxandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir