• DOLAR 32.243
  • EURO 34.87
  • ALTIN 2421.239
  • ...
Di kuçeyên Kîevê de pevçûn cardin  dest pê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji niha û pê ve di kuçeyên bajêr de pevçûn hene.”

Di daxuyanîyê de daxwaz hat kirin ku bila xelq di sitergaha de bimînin, ji balqon û paceyan jî dûr bisekinin.

Li navenda Kîevê dengên çekan tê.

Li Meydana Maîdanê dengê teqînekî mezin hat, li herêma Troîeshchynaya bajêr gelek teqîn pêk hatin.

Li gorî serwîsa taybet ya Ukraynayê, pevçûn di nêzê sentrala ceryanê ya li herêma Troîeshchynaya bajêr de berdewam dikin. Tê texmînkirin ku armanca êrîşê dibe ku bajarê bêceryan bihêlin.

Hat destnîşankirin ku li nêzê balafirgehekî yê ku li Vasîlkîvê ye pevçûnên bi şîddet pêk hatin. Tê texmînkirin ku çetirbazên Rus di encama ku êrîş li Kîevê bê kirin de vê balafirgehê bikarbînin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir