• DOLAR 32.185
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.488
  • ...
Karwana Hêvîyê li Serêkanîyê kolîyên xwarinê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temsîlkarê Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ku li çar alîyê welêt û li çar alîyê dinyayê alîkarî dide malbatên mixtac û êtîman re û xebatên xwe yen ku ji bo wan kesên mixtac û êtîman re bibe hêvî berdewam dike û ew ji wan kesan re dibe derê hêvîyê.

Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê bi 200 kolîyên xwarinê ji Mêrdînê bire ket û çû Serêkanîyê.

Erebeya ku 200 heb kolîyên xwarinê tê de bûn, piştî daxuyanîya çapemenîyê birê ket û derbasê Serê Kanîyê bû.

Erebe ji li wê derê jî barê xwe barê erebeyekî dinê kir û ji bona ku biçe Serêkanîyê bi rê ket û dû re ew ê belavkirina wan kolîyan bê kirin.

Daxuyanîya çapemenîya weqfê perwerdeker Mucahît Onen xwend û weha got:

“Bîsmîllehîrrehmanîrrehîm

Hemd ji Rebbê alemê re be ku em bi navê Karwana Hêvîyê alîkarîyên xwe berdewam dikin, vêca jî em bi alîkarîya 200 kolîyên xwarinê dişînin Serêkanîyê.

Li wê derê gelek êtîm û malbatên mixtac hene û ji ber vê yekê îxtîyacîyên wan ji alîkarîyê re hene.

Xwedê ji wan razî be kekekî me, xuşkeka me û birayên me gihîştin me û bexşên xwe dan me, me jî bi wê bexşên wan van kolîyan tertîp kir.

Em ji wan xêrxwazên xwe re jî teşekkur dikin ku alîkarî dane me û bi wesîla me ji wan malbatan re xêrê dikin.

Em ji mirovan re û ji xêrxwazan re daxwaz dikin ku bila bi înfeq û sedeqeyên xwe alîkar bibin ji vê karwanê re.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir