• DOLAR 32.287
  • EURO 35.115
  • ALTIN 2475.433
  • ...
Bîden: Me Putîn re di berdewamkirina dîplomasîyê de li hev kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bîden di nirxandinên xwe de qala van tiştan kir;

“Min di serê vê meselê de got, Amerîqa ji hemû îhtîmalan re amade ye. Me bi Putîn re derheqê berdewamkirina dîplomasîyê de li hev kir, ew ê xebatên me yên dîplomasîyê berdewam bike.

Me, hê vekişandina leşkerên Rusyayê teyîd nekir.

Xelqê Rusyayê neyarê me nîne. Dema ku Rusya êrîş bike, ev qirar qirara wî ye û hilbijartina wan e. Bedêla êrîşê ew ê ji Rusyayê re giran bibe.

Em ê ji îşxalê re bi mueyyîdeyên dirêj bersiv bidin. Em ê ‘erdên NATOyê bi hemû qeweta xwe biparêzin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir