• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Somalîyê êrîşa xwekujî: 6 mirî 13 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref polêsa Somalîyê ve hatîye belavkirin, xwekuj di çar rêya El Gaaba ku li Mogadîşuyê ye de xwe teqand.

Hat destnîşankirin ku di encama teqînê de herî kêm 6 kes canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.

Ji teref wan kesên ku teqînê dîtine ve hat îfadekirin ku teqîn gelek mezin bû û ji bo wan bû sedema tirsê.

Di vîdeoyê de tê dîtin ku hinek xanî û dikanên derdorê jî ji teqînê tesîrdar bûne.

Li gorî çapemenîya Somalîyê, mesulîyeta êrîşê El-Şebab xwedî lê derketîye û armanca wan jî wan nûnerên ku mebûsên Meclîsa Binî hilbijartine bû ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir