Li giştîyê welat Şeva Regaîbê bi dua û mewlûdan hat îhyakirin
Doh êvarê Şeva Regaîbê ku ji wan şevên mibarek û bereketê bû, ji ber vê yekê di giştîyê welat de bi dua û mewlûdan hat îhyakirin.
Li mizgeftên bajar û navçeyan bi minasebeta Qendîla Regaîbê mirovan destên xwe vekirin û ji Rebbê xwe re nîyazan kirin.
Mirovên ku beşdarê bernameyên mewlûdê bûne di mizgeftan de destê xwe vekirin, tobe kirin, quran xwendin, nimêj kirin û îbadetan dinê kirin.
Li mizgeftên Mîdyad, Meletî, Riha, Sêrt, Semsûr û EyûpSultanê mirov beşdarê bernameyan bûn. (ÎLKHA)