• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Palandokenê Serokê TESKê: Zemên ku ji ceryanê re hatine kirin lazim e ku bên betalkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Palandoken di axavtina xwe de weha got, “Esnafên me di demekî zehmet de derbas dibin. Ji ber vê yekê zemên ku ji ceryanê re hatîye kirin bila bên rakirin. Ji bona esnafan jî terîfeyekî taybet bê tetbîqkirin. Esnaf herî kêm 800 kîlowatseat ceryanê dişxulîne, ji ber vê yekê li gorî terîfeya bipêling, tu feyde derxistina bipêlinga ji 210an re ji esnafê re tineye.”

Palandoken di dawîya axavtina xwe de weha got, “Ji xwe zemên ku ji mazotê re û ji tiştên dinê re hatîye kirin, rewşa esnafan gelek xirab kir, niha jî fatoreyên ku ji kirêya dikanan zêde tênê jî barên wan gelek zêde dike. Ji ber deynên ku li ser hev kom bûne vesazkirina dayînê jî hat îptalkirin, ji ber vê yekê esnafên me di demekê zehmet de derbas dibin. Ji ber vê yekê lazim e ku zemên ji ceryanê re hatîye kirin bila bên betalkirin. Ji bona esnafan terîfeyekî taybet bê tetbîqkirin. Bi rastî jî hêvîya esnafên me  bûye ev tişt ku herî kêm bila dewlet ji wan re alîkarîya pere bike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir