162 koçber hatin qefaltin
Hat destnîşankirin ku li Bêdlîsê di navbera tarîxa 31ê Çileyê û 5ê Sibatê de 93 koçber jê di nav qamyonê de bi tevahî 162 koçberên Efxanî hatin qefaltin.
![162 koçber hatin qefaltin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/IDpLDBSPrO_6s6CZXtukXYPuHOo=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/05/162-kocber-hatin-qefaltin-1e2d2159.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Ji teref Walîtîyê Bidlîsê ve hat daxuyandin ku 162 koçberên ku hatine qefaltin, piştî muameleyên ku hatin kirin teslîmê Îdareya Koça Bajêr a Bêdlîsê hatin kirin. Derheqê 12 şikdar û fîrmayan de jî tehqîqat hat destpêkirin.
Di daxuyanîya walîtîyê de weha hat gotin, “Di encama lêgerînan de; di nav 6 otobûsên ku di nav bajêran de seyehatê dikin, qamyonek, minibûsek û erebeyek de 162 koçber hatin qefaltin. Koçberên ku hatin qefaltin ji teref ekîban ve hatin lêgerîn û di encama lêgerînê de 6 heb pasaport, 4 heb delîlên rêyên ku sexte ne û 6 heb jî delîlên rûniştinê yên ku sexte ne hatin bidestxistin.” (ÎLKHA)