• DOLAR 32.583
  • EURO 35.088
  • ALTIN 2464.211
  • ...
Di kampa miltecîyên a Misilmanên Rohînyayê de şewat: 1200 sitargeh bûn xwelî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li kampa Cox's Bazarê ku Misilmanên Rohîngyayê tê de diman şewatekî yê ku sebeba wî hê jî nayê zanîn derket.

Misilmanên Rohîngyayê dema ku şewat dest pê kir, ji malên xwe derketin û xwe xelas kirin.

Alavan di demekî kurt  de zêde bû û li xanîyên dinê jî da ber xwe. Îtfaîya ku hat cîhê şewatê di xebatên nêzî 2 seatan de şewatê tefandin.

Ji ber şewatê herî kêm 1200 mal bûn xwelî û nêzîkê 5 kes jî bêmal man.

Di meha ‘Edara sala 2021an de di kampekî dinê de jî şewat derketibû û di encama wî şewatê de herî kêm 15 kesên ku ji welatîyê Rohîngyayê ne canê xwe ji dest dabûn, 50 hezar kes jî ji cîhê xwe bûbûn. Dîsa di meha Çileya sala 2021an de 2 heb şewat derketibû û ji ber vê yekê hezaran însan bêmal mabûn.

Welatîyên Rohîngyayê ku li herêma Araqanê jîyan dikin, ji ber êrîş û wehşetên leşkerên Budîst û çeteyên Bûdîst ji cîhê xwe bûne û di kampan de jîyan dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir