• DOLAR 32.373
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2324.5
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Navenda Giştî yê PDKê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) kir û got HUDA-PAR di warê netewî de xwedî roleke mezin bû. Serokê HUDA-PARê jî ji ber serkeftina PDK di hilbijartina dawî de, pîrozbahî li PDKê kir.

Di wê hevdîtinê de Fazil Mîranî ji bilî bixêrhatina şanda mêvan, tekez kir ku HUDA-PAR roleke berçav hebû di warê netewî de.

Mîranî her wiha got ku pêwendiyên PDK û HUDA-PAR dîrokî û serkeftî bûne û di xizmeta hemû aliyan de bûne.

Fazil Mîranî behsa rewşa navçeyê kir û got ku her pirsgirêkek dikare bi riya diyalog û demokrasiyê çareser bibe.

Ji aliyê xwe ve, Serokê HUDA-PARê tekez kir ku partiya wî dost e ji bo mirovatiyê û piştevan e ji çareserkirina pirsgirêkan.

Serokê HUDA-PAR ji ber serkeftina PDK di hilbijartina Parlamentoya Iraqê de pîrozbahî li PDKê kir.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir