• DOLAR 32.232
  • EURO 35.149
  • ALTIN 2504.534
  • ...
Zilamê îxtîyar ê ku ketibû nav kiratera volkanê canê xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku mesele li Volkana Kilaueayê ku li Girava Mezin a li wîlayeta Hawaîîya Amerîqayê ye pêk hat.

Ji teref Serwîsa Parqa Neteweyîya Volkanên Hawaîîyê ve hat daxuyandin ku zilamekî ku ji welatîyê Hîloyê ye di seatên êvarê de di Parqa Neteweyîya Volcanoesê Hawaîîyê de winda bû û malbata wî jî di roja duşemê de xebera windabûna wî daxuyand.

Di encama lêgerîna ekîbên îtfaîyê û ekîbên lêgerîn û xelaskirinê de cesedê zilamê îxtîyar, 100 metre di bin kiratera volkana Kîlaueayê ku ji 5 volkanan ê herî aktîf e de hat dîtin.

Hat ragihandin ku turîst û mirovên binkî ji bona ku volkanê temaşe bikin di seatên êvaran de tênê parqê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir