Li Agirîyê berf û mijê tesîra xwe zêde dike: Rêya 32 gundan hat girtin
Ji ber berf û mijê li bajarên mîna Qers, Erdexan Agirî û Erzurumê welatî bi şikleke neyînî tesîrdar dibin ku yek ji van bajarên ku berf û mijê tesîra xwe zêde dike Agirî ye.
Li Agirîyê ji ber berfa ku zêde barîya û ji ber mijê rêya 32 gundan hat girtin.
Ji bo rêyên gundan ên ku ji ber berfê hatine girtin bên vekirin ji teref ekîbên Îdareya Taybet ê Bajara Agirîyê ve xebat hatin destpêkirin.(ÎLKHA)