• DOLAR 32.381
  • EURO 35.03
  • ALTIN 2325.833
  • ...
Li Rojava  15 zarok ji teref ‘Ciwanên Şoreşger’ ên girêdayiyê  PKK/PYDê ve hatin revandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê mijarê de ji teref Rêxistana Mafên Însanan ve raportek hat weşandin.

Di raporta ku hat weşandin derbarê mijarê de hat destnîşankirin, li Kurdistana Rojava 15 zarok ji teref Ciwanên Şoreşger a ku girêdayîyê PKK/PYDê ye ve hatin revandin û bi zorê hatin xistin “leşker.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, nasnameya 13 zarokên ku hatine revandin hatine tespîtkirin, lê yên 2 zarokan hêj nediyar e.

Li gorî raporta ku hat weşandin navên zarokên ku ji teref PKK/PYDê ve hatine revandin wisa ne:

  1. Roja 26/11/ 2021ê, keça 13 salî ya bi navê Dalava Abdo Hesen a ji gundê Şîranê yê Kobanî ji dibistana wê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
  2. Roja 22/11/2021ê zarokê bi navê Ehmed Şêx Zêdan Mistefa ji gundê Zoxir ê başûrê Kobanê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
  3. Roja 16/11/2021ê zaroka Efrînî 12 salî Meryem Ferîd ya koçberî Kobanê bûye, ji Kobanê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
  4. Roja 28/11/2021ê zarokê Efrînê yê 15 salî Mihemed Fayiq Henan ji taxa Şêx Meqsûd hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
  5. Roja 19/8/2021ê zarokê Efrînî yê bi navê Kawa Birîmo ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatiye revandin ji bo baregeha leşkerî ya PYDê hatiye birin.
  6. Roja 19/8/2021ê zarokê Efrînî yê bi navê Ciwan Hebeş ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatiye revandin ji bo baregeha leşkerî ya PYDê hatiye birin. 
  7. Roja 2/11/2021ê zaroka 16 salî Ebîr Ebdulezîz ji bajarokê Dêrikê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
  8. Roja 24/11/2021ê zarokê 15 salî Xetab Ebîd ji taxa Hilaliyê ya Qamişlo hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
  9. Roja 23/11/2021ê zarokê Efrînî 13 salî Îsam Mihemed Îsa ji dibistana wî a li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
  10. Roja 21/11/2021ê zaroka 15 salî Ayana Îdrîs Îbrahîm ji bajarê Qamişlo hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
  11. Roja 21/11/2021ê zaroka 16 salî Hediye Ebdulrehîm Enter ji bajarê Qamişlo hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
  12. Roja 21/11/2021ê zaroka 15 salî Evîn Celal Xelîl ji bajarê Qamişlo hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
  13. Roja 10/11/2021ê zaroka Efrînî Sîlva Nîdal Îsa ji kampa koçberên a li Şehbayê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir