Hamas: Helwesta gelê Fasê ya ku li dijî rejîma îşxalê ya siyonistan nîşan da ji bo me şanazî ye
Ji teref Hamasê ve derheqê helwesta gelê Fasê ya li dijî asayîbûna bi siyonistên îşxalker û peymanên ku bi wan re hatin îmzekirin de daxuyanîye da.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de helwesta gelê Fasê ya li dijî van xalan hat pîrozkirin û hat destnîşankirin helwesta gelê Fasê ya ku li dijî rejîma îşxalê ya siyonistan nîşan da ji bo me şanazî ye û em wanan pîroz dikin.(ÎLKHA)