• DOLAR 32.602
  • EURO 34.823
  • ALTIN 2491.942
  • ...
Mele Musa Celalî hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mele Musa Celalî berî niha ji ber  qoronavîrûsê li Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîyê ya Agirîyê tedawî didît, hat hînbûn ku ew doh piştî nimêja ‘esrê rehmet kir. Mele Musa Celalî doh êvarê ji teref mirovên ku ji wî hez dikirin ve li Goristana Şehra Bazîda ya li navçeya Bazîda Agirîyê bi tekbîr û du’ayan hat definkirin.

Ji bona ku cinazeya Mele Musa Celalî li navçeya Bazîdê bê definkirin, cenaze ji teref qonvoyekî qelebalix ve ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Agirîyê hat girtin.

Cinaze pêşî hat anîn li Medresa Ahmet Yesewî yê ku ji teref Mele Celalî ve cara pêşîn hatiye sazkirin û xwendekar tê de hatine perwerdekirin. Li vê medreseyê nimêja cinazeyê ya seyda hat kirin û dû re seyda bi tekbîran di Goristana Şehra Bazîdê de hat definkirin.

Di dema defnê de Tandogan Topçuyê Miftîyê Şehra Agirîyê, Murat Sariyê Alîkarê Miftî, Cemal Arvasê Serokê Navçeya Bazîdê yê HUDA PARê û rayedarên wî, amîrên sazî, pêşîvanên qeneatê û temsîlkarên STKyan, civata Dîyanetê û xelq beşdarî definkirinê bûn. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir