• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Efrînê 5 sîwîlên din jî hatin revandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Efrîna ku di destê Tirkîye û Artêşa Azad a Sûrîyê de ye kesên çekdar 5 welatîyên sîwîl revandin.

Hêj nayê zanîn ên ku vê yekê kirine kî ne.

Derheqê bûyerên revandinê ve berî vê du rojan ji teref ENKSê ve daxuyanîyek hatibû belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hatibû destnîşankirin, li bajara Efrînê kesên sîwîl ên bi navê Halil Musrefa Şêxo, Silêman Şêxo û Mustafa Şêxo ji teref koma çekdar a bi navê “Ebû Amş” ve hatine revandin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşan kirin, di 12ê Mijdarê de dîsa li Efrînê koma çekdar a bi navê “Muhammed el-Fatin”  û di 24ê Mijdarê de koma çekdar a bi navê “Polêsê Eskerî” du welatîyên bi navê Azad Cemal Nebo û Şerzan Endo Xilosi revandine.

ENKS banga serbestberdana kesên sîwîl kir û bang li rêxistinên mafên însanan, civaka navneteweyî û Tirkîyeyê kir da ku di vî warî de gavinan bavêjin da ku Kurd ji cihên xwe neyên kirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir