• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Wezareta Pêşmergeyan bersiv da gotinên Wezîr Akar ên derheqê “Kurdistanê” de
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Pêşmergeyan derbarê van gotinên Wezîrê Parastinê yê Tirkîyê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, ev daxuyanîyê Akar ên ku pê înkara Kurdistanê tê kirin mirov şaş dike.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, Wezîrê Parastinê yê Tirkîyê di meha çileyê de Herêma Kurdistanê ziyaret kir û dû re wiha hat gotin: “Ev ziyaret li kû derê hat kirin, navê wê derê çi ye? Ger di warê navê Kurdistanê de şipheya Wezîrê Parastinê yê Tirkîyê Akar hebit bila li dîrok û belgeyên Osmanîyan mêze bike. Ew ê çêtir fam bike ka Kurdistan heye yan tune ye. Înkarkirina vê erdnigarîyê û gelê wê her tim bûye çavkanîya temamê probleman.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir