• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Zarokê 12 salî yê ku ji zinar ket jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Muhammed Onanê ku danê sibê bi pismamê xwe re li gundê Ocakliyê çûbû heywanê xwe bide çêrandin, dema ku diçû bizinên xwe yên ku derketibûn li ser zinaran bînê xwarê, ji zinaran ket xwarê û bi giranî birîndar bû.

Piştî ku pismamê wî agahî da gundiyan, ekîbên cendirme û 112 Tenduristiyê yên Lezgîn hatin cihê bûyerê û Onanê ku ji zinaran ket û tê de asê mabû derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

Li gel temamê mudaxeleyên li nexweşxaneyê jî Onan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir