• DOLAR 32.501
  • EURO 34.939
  • ALTIN 2439.752
  • ...
Ji doza 6-8ê Cotmehê re taloq hat dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rûniştina ku li Dadgeha Ciza Giran a 22yemîn ê Enqerê tê dîtin bersûc û parêzerên wan beşdarê rûniştinê bûn. Hinek bersûcên girtî jî ji girtîgehên xwe bi Sîstema Înformatîk a Xuyang û Deng beşdar bûn.

Doza ku derheqê êrîşa 6-8ê Cotmehê de, bi 100î zêdetir kes û kesên di nav wan de rayedarên payebilind ên PKKê  û Serokên Giştî yê HDPê Selehettîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag jî hene dewam dike.

Di encmaa rûniştina ku li Qampûsa Sazîyê Înfaza Ciza yê Sîncanê hat dîtin de biryara berdewamkirina tewqîfkirîna kesên ku hatine tewfîq kirina hat dayîn.

Hat hînbûn ku rûniştina ku tê de qirara dewama tewfîqkirinê hat dayîn taloqî 8,9,11,12,15,16,18 û 19ê  yê mijdarê hat kirin.

Endamên PKK/HDPê yên ku di 6-8ê Cotmehê de bi  banga PKK/HDPê  derketibûn êrîşî kesên ku li derve  goştê qurbanê belav dikirin, kiribûn û di êrîşê de  ji teref endamên PKKê ve Şehîd Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Hûseyin Daqaq û Rîyad Gûneş hatibûn şehîdkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir