• DOLAR 32.489
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2441.591
  • ...
Mesrûr Barzanî: PKK navçeyên me dagir kiriye...PKK çima li Şingalê ye?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî paneleke Foruma MERI bû û behsa rewşa Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhatên siyasî yên li navçeyê kir.

Mesrûr Barzanî di wê panelê de wiha got, “Di gelek waran de peywendiyên me li gel Tirkiyê hene, em cîran in. PKK wek penaber nehatiye vir, ew xwe wek alternatîv ji rêveberiya li vir dibînin. Rê nadin xelk biçin navçeyên xwe. Ev di warê emnî û aborî de pirsgirêk e. Heya niha ji ber şerê PKKê 800 gund hatine valakirin. PKKê navçeyên me dagir kiriye û rê li pêşiya xelkê me digire.”

Mesrûr Barzanî wiha got, eger PKK nebûya Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas nedikir û berdêla vê jî xelkê me dide. Divê bê zanîn ka kî ye berpirsyarê vê yekê. Divê PKK hurmetê bigre ji rêveberiya vê herêma ku lê ye û Tirkiye jî êrişên xwe rawestîne. Eger PKK ji Herêma Kurdistanê derkeve dê başiyê li me bike û ji bo Tirkiyê jî hicet namîne.”

Li ser mijara Şingalê jî Mesrûr Barzanî got, “Derbarê Şingalê de rêkeftina me li gel Hikûmeta Iraqê heye. Li gor rêkeftinê divê hemû ew hêzên li wir in ji Şingalê derkevin. Artêşa Iraqê û Pêşmerge li derve û hêzên xwecihî jî li nava bajar asayîşê pêk bînin. Lê grûpên li wê derê nahêlin rêkeftin bê cîbicîkirin. PKK li Şingalê heye, ji bo ku PKK bikeve wê herêmê ti rêyek nîne, ji Sûriyê derbasî wir dibin. PKK çima li Şingalê ye? Hêzeke ne yasayî li Şingalê rêgiriyê li beşdariya xelkê ya di hilbijartinê de dike û gefan li wan dixwe. Divê ji wir derkevin û rêkeftina Şingalê jî demildest bê cîbickirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir