• DOLAR 32.382
  • EURO 34.748
  • ALTIN 2411.501
  • ...
Qetlîama Derînce yê ku ji teref PKKê ve hatibû kirin nayê jibîrkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qetlîama ku ji teref PKKê ve li gundika Şikarima Gûnbulduyê, di tarîxa 21ê cotmeha sala 1993yan de, hatibû kirin nayê jibîrkirin.

Ji gundîyan Zeyneddîn Erdem bi bîr xist  ku di tarîxa 21ê cotmehê sala 1993yan de di seat derdorê 21.10an de ji teref PKKê ve êrîş li gundê wan hatîye kirin û di êrîşê de 22 kesên ku tê de malbat û nasên wî hebûn hatine qetilkirin.

Erdem di berdewama axavtian xwe de weha got, “ Ev qatlîam bes qafir dikarin bikin. Vanan kafir nebûna tiştê wusa dikirin qey? Mirov zarokan di şer da jî nakûje. Ji sebîyê 1 salî heta kalê 70ê salî, hemû kesan bi bêmerhemetî kûştin. Dibe ku di vê qetlîamê de pêçîya dewleta kûr jî hebe. Bi normalî wê demê panzer di 15 deqîqê de dihatin gund. Em 3 seat bi PKKyîyan re pev çûn, lê tu kes nehat alîkarîya me.”

Ji gundîyan Zaman Erdem jî destnîşan kir ku di qetlîama hat kirin de pîreka wî, 3 zarokên wî, birê wî yê mezin û xwerzên wî jî ji teref PKKyîyan ve hatine qetilkirin.

“Ez jî Kurd im, çima malbata min û pitika min a 3 mehî qetil kirin?”

Erdem, di daxuyanîya xwe de got, PKKê bi 300 endamên xwe êrîşî li gundê me kir û dû re wisa li axavtina xwe zêde kir:“ Em li mewzîyan bûn, bi roketan êrîşê gund kirin. Haya me ji wan tinebû, lê me jî bi wan re pevçûn kir. Temamê gundîyan xapandibûn ku digotin emê bi were xeberdin û wan li baxçeya mektebê kom kirin û wan li wê derê qetil kirin. Ez ê vê qetlîamê heta sax bim bîrva nekim. Me wê rojê 3 seat û nîv pevçûn kir, lê tu kes nehat alîkarîya me. Kurdên heqîqî em in; ew Ermenî ne, Yahûdî ne û Xrîstîyan in. Hinek Kurd dizanin ew kîn e, lê dîsa jî li pey wan diçin. Ez Kurd im, çima malbata min qetil kirin? Kuştina sebîyê yek salî, di kîjan kitêbê de dinivisîne.”  (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir