• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
​Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu çû serdana Qazîyê Sefîrê Pakistanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lijneya HUDA PARê yê ku Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Xelef Yilmaz jî di nav de bû ji teref sefîr bi xwe ve hat pêşîwazîkirin.

“Pêwendîyên di navbera welatên Îslamê de divê muheqqeq baştir be”

Di hevdîtina ku hat kirin de Yapicioglu ji bo sefîr daxwazên xwe yên serkeftinê anî zimên û wisa got: “Ji roja ku me dest siyasetê kiriye vir ve em her tim derheqê polîtîkaya derve de vê yekê dibêjin: Pêwendîyên di navbera welatên Îslamê de divê muheqqeq baştir be.Welatên Îslamî ne tenê di warê dostanîya manewî de bi heman awayî di warê pêwendîyên bazirganî û siyasî de jî werin ba hev û xwedîtîyê li hev bikin.”

“Pêdivîya cîhanê bi D8  heye”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşankir di warê pêwendîyên di navbera welatên Îslamê de projeya D8 projeyeke pir xweş û baş e. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Biya me pêdivîya cîhanê bi D8  heye. Lewra îro li cîhanê pozîsyoneke du alî hakim e ku ev yek jî li ser rûyê cîhanê bû sedema belavbûna gengeşî û bêaramîyê. Îro pêdivîya însanîyetê herî zêde bi edaleta ku Îslamê bi şikleke herî xweşik tarîf dike heye. Di vî warî de Tirkîye, Komareya Îslamî ya Pakistanê û endamên din D8 dikarin ji vî karî re pêşîvantîyê bikin. Em hêvî dikin ku wan rojan di demeke nêz de bibînin. Dîsa ez hêvî dikim em pêşî meseleyên di nav xwe de safî bikin, sefên xwe bijdînin û li ser nirxên xwe rabin ser pîyan û dû re bibin civakeke ku edaletê li cîhanê belav dike. Ez bawer dikim heger welatên Îslamê di warê tesîskirina edaletê de bibin pêşîvan ew ê ev yek bibe wesîleya xelasîya temamê însanên li ser rûyê erdê.”

“Pakistan û Tirkîye divê di nav xwe de hevkarîyeke baş û xurt bikin da ku em ji welatên din re nebin mixtac”

Sefîr Qazî jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir, em wan kesên ku ji me re dijmintîyê dikin nas dikin û dû re wiha got: “Qesta min ji vê gotinê hêzên xerbî ne. Pakistan û Tirkîye divê di nav xwe de hevkarîyeke baş û xurt bikin da ku em ji welatên din re nebin mixtac.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir