• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê dê îro bi rojeva peydakirina pêvajoya vaksînê bicive
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew ê civîn di seat derdora 15.00î de dest pê bike û ew ê di hevdîtinê de geşedanên dawî bê nirxandin. Tê diyarkirin ew ê tevdîrên berî niha hatibûn standin dê  bên nirxandin û li ser peydakirina pêvajoya vaksînê nirxandin bên kirin.

Prof. Dr. Ugur Şahinê şîrîkê damezrînê BîoNTechê jî dê bi rêya vîdeokonferansê beşdarî civînê bibe.

Tê diyarkirin piştî hevdîtinê dê Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca  daxuyanîyekê bide.

Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 233 canê xwe ji dest dan ku bi vê hejmarê, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 45 hezar û 419 kesan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir