• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Polêsên ku li Hazroyê di ser mala welatîyekî de girtin: Çima hûn esrarê naçînin?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Polêsên ku bi hinceta “îxbar”ê di ser malên welatîyan de girtin derîyên malan şikandin, heqaret li endamên malbatan kirin.

Emîn Dalgaliyê sermîyanê malbata ku polêsan di ser mala wan de girt bi rêya telefonê ji ÎLKHAyê re qala meselê kir.

Dalgali di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, polêsan di 02.30ê şevê de di ser mala wan de girtine û dû re wiha got: “Polêsan derîyên me şikandin û bêyî ku belgeya lêgerînê nîşan bidin ketin malên me û tehdayî li zarokên me kirin.”

“Polêsan ji me re gotin ku we çekan di kû de veşartin?”

Dalgali di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku polês tehdayî li zarokên wî kirin û dû re wiha got: “Polês ketin malên me û gotin ’We çekan di kû de veşart, ji PKKê re çêran bikin.’ Me jî ji wan re got ku tu eleqeya me bi PKKê re tune ye, em endamên AK Partîyê ne. Hûn dikarin vê yekê ji Serokatîya Navçeya Hazroyê bidin teyîdkirin. Hetta di ambara me de broşurên AK Partîyê yên ku ji dema hilbijartinan mabûn hebûn, wanan jî bela wela kirin.”

“Ew qas zevîyên we hene, hûn çima di wan esrarê nadeynin?”

Dalgali di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, polêsa di heman wextî de di ser mala 5 nasên wan ên din de jî girtin û dû re wiha got: “Yek ji van kesên ku di ser malên wan de hat girtin kesê bi navê Turgut Încel e ku ew bi xwe jî Serokê Navçeyê yê CHPê ye. Polêsan di serdegirtina ku li mala lawê min kirin de ji wan re gotin ‘ew qas zevîyên we hene, hûn çima di wan esrarê nadeynin?’  Me derheqê meselê de gilîdar bû. Em dixwazin ku rayedar li ser vê meselê bisekinin.”

Serokê Navçeya Farqînê yê Partîya Doza Azad  û lijneya pê re malbatê ziyaret kir û derheqê serdegirtina ku hat kirin de agahî ji malbatê wergirt.(ÎLKHA)

 














Bu haberler de ilginizi çekebilir