• DOLAR 32.219
  • EURO 34.652
  • ALTIN 2396.012
  • ...
“Heqareta ku li Îslam û Pêxemberê Îslamê tê kirin qetîyen ne ‘azadîya fikr û ramanê’ ye”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji Tirkîyê, Kurdistana Bakur û gelek welatên Îslamî  gelek siyasetmedar û akademîsyen beşdarî sempozyumê bûn. Sempozyum li ser hisabên medyaya civakî yên Rehber TV, Ajansa Nûçeyan a Îlkê û Weqfa Evîndarên Pêxember zindî hat weşandin. Suat Yaşasinê Alîkarê Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan modaratortîya sempozyumê kir

Serokê Rûmetê yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş  axavtina vekirinê ya sempozyumê kir û dê dû re Serokê Meclisa Filistinê Ahmed Bahr, Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam, Endamê Meclîsa Neteweyî  û Sefîrê Filsitînê ya li Enqerê Faîd Mustafa axavtina silavdayînê kirin.

Di beşa duyemîn a sempozyumê de bi dorê, Dr. Muhemmed Muxtar ji Morîtanyayê, Prof. Dr. Qadir Canatan ji Tirkîyê, Doç. Dr. Eşref Dewwabe ji Misirê, Dr. Abdullah Falik ji Îngîlterê, Dr. Loqman Qadi ji Pakistanê beşdarî sempozyumê bûn û  di warên  cûda de pêşkêşîyê kirin.

Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam di axavtina xwe ya k udi sempozyumê de kir de balan kişand li ser peymana îxanetê û derbarê mijarê de wiha got: “ Em di salvegera “Peymana Sedsalê” ya ku ji teref ummeta Îslamê ve wek “Belgeya îxanetê” tê  binavkirin de ne.Ew ê ew kesên ku îmzeya xwe avêtine bin vê peymanê û wan kesên ku ji vê îxanetê re bê deng mane di tarîxê de wej ‘Xaînên Ummetê’ bên binavkirin. Dîsa ew ê ew kesên ku ji bo azadîya Mescîda Eqsayê micadele dikin û can didin jî di dîrokê de wek ‘Qehramanan’ bên binavkirin. Em cardin ji vê derê silavên xwe ji wan kesên ku di vê rêyê de şehîd û xazî bûne û di vê oxirê de têdikoşin re dişînin.”

Saglam di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser êrîşên ku li Ewrûpayê li hember Îslam û Mislimanan tên kirin û derbarê mijarê de wisa axivî: “ Divê ev êrîşên bi du şeklî bên nirxandin. A ewil Mislimanan eleqedar dike. Divê Misliman di vê bergeha ku wan bi xwe eleqedar dike de tu carî ji bîr nekin ku ew da’wetvanê Îslamê ne ku ji ber vê yekê divê li hember wan însanên ku ne Misliman in; adil bin, dirist bin û ji wan re bibin alîkar. Bi kurtasî divê Misliman li her derî û di her wextî de Îslamê bi şiklê herî xweş temsîl bikin. Dîsa divê Misliman bi hîkmet hereket bikin û bibin yek.”

Saglam di berdewma axavtina xwe de hêla duyemîn a êrîşên ku tên kirin wisa nirxand: “Hêla duyemîn a problemê helwesta civaka Xerbê û îdarevanên wan e. Lewra di serî  de rayedarên hikûmetan û civaka Ewrûpayê wan heqaretên ku li Îslamê û bawerîyan tên kirin wek ‘azadîya fikr û ramanê’ dinirxînin. Divê ew terka vê yekê bikin. Lewra heqareta ku li Îslam û Pêxemberê Îslamê tên kirin qetîyen ne ‘azadîya fikr û ramanê’ ye.”

Ew ê bername bi xwendina encamnameya ku dê bê xwendin bi dawî bibe.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir