• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Barzanî: “Hin kesan xwe xistin nava xwepêşandanan û  bi tundî protesto kirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de civiya û di civînê de çend pirsên girîng ên Herêma Kurdistanê gengeşe hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferansa rojnamevanî de ragihand, “Îro civîna Encûmena Wezîran li ser du mijarên girîng bû. Herweha guftûgo li ser wan bûyerên nexwastî yên rojên borî rû dane û  danûstandinên di navbera Herêma Kurdisanê û Hikûmeta Federalî li Bexdayê hatin kirin.”

“Em li gel hemû mafên destûrî û yasayî yên gelê Kurdistanê ne”

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir: “Bi me xweş e ji welatiyan re behsa wan rastiyan bikin. Di serî de ez dixwazim serxweşî li hemû kesûkarên qurbaniyên ku ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane bikim.Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me her hewlek daye da ku çareyeke guncaw ji bo arîşeyên ku rastî Herêma Kurdistanê hatine bibînin û vê rewşa ne libar serraest bikin. Ji alîyekê din ve, her hewlekê didin ji bo bi Hikûmeta Iraqê re li ser bingeha mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê, bgihin rêkeftinê.Em li gel hemû mafên destûrî û yasayî yên gelê Kurdistanê ne. Piştevaniya xwepêşandanên asayî, şaristanî û aştiyane yên gelê Kurdistanê dikin. Em dixwazin ku mirov azad be di derbirîna bîr û baweriyên xwe, lê bi rengekî ku azadiyê binpê neke û mafên kesên din înkar neke.”

“Hin kesan xwe xistin nava xwepêşandanan û li şûna ku bi awayekî aştiyane protesto bikin, bi tundî kirin”

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser xwepêşandanên ku tên kirin û wiha got:”Tişta ku me dîtiye, mixabin xelkekî di rewşeke nexweş de dijîn û têdigihin nîgeraniya wan. Bi taybetî hin kesan xwe xistin nava xwepêşandanan û li şûna ku bi awayekî aştiyane protesto bikin, bi tundî kirin.Em weke Hikûmeta Herêmê di yek demekê de piştgîriya xwepêşanderan dikin, lê di heman demê de erkê aramiya welat diparêzin. Ez daxwazê ji hemû xwîşk û birayên xwe dikim, ku têbigihin vê rewşa nexwestî ya Herêma Kurdistanê.Pirsgirêkên me ne tenê mûçeyê ye. Çend sal in mafên me tên binpêkirin. Me destûrek heye û me her dem daxwaza bicihanîna destûrê kiriye, da ku mafên xwe misoger bikin.”

“Ez daxwazê ji wan kesan dikim, yên ku xwepêşandanan dikin û ewên ku li mala xwe rûdinên û li hêvîya xweşbûna rewşê ne, alîgir û piştevanên me bin, da ku em çareyeka guncayî ji arêşeyan re bibînin”

Barzanîyê ku di berdewama daxuyanîya xwe de bang li xwepêşandêran kir axavtina xwe wisa domand: “Ez daxwazê ji wan kesan dikim, yên ku xwepêşandanan dikin û ewên ku li mala xwe rûdinên û li hêvîya xweşbûna rewşê ne, alîgir û piştevanên me bin, da ku em çareyeka guncayî ji arêşeyan re bibînin.Hikûmet bi dengê we hatiye dirustkirin. Hikûmet berî her kesî xemxurê pirsgirêkên xelkê Kurdistanê ye. Hikpmetek e ji bo xizmeta we dixebite. Hikûmet ji her kesî zêdetir li aliyê gel e.Niha du alî hene, bereyê parêzerên Kurdistanê û bereyê wan nehezên ku dixwazin vê krîzê tevlihev bikin. Ez bawer im ku piraniya gelê Kurdistanê yên ku ji bo dirustkirina vê ezmûnê qurbanî dan, ne amade ne vê ezmûnê têk bidin. Di çend rojên derbasbûyî de di televizyon û medyaya civakî de hatin weşandin, êrîşkirina li birayê şehîd û lêdan, mûçeyê dabîn nake. Bêrêzî li xwîna şehîdan, şewitandin û têkdana dibistanan, ne mafê rewa yê gel û xwepêşandêran e. Ev kes dixwazin van xwepêşandanan bi aliyekî din ve bibin. Êrîşa li ser westgehên elektirîkê, bi ti awayî xizmeta gel nake û ne di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye. Êrîşa li ser navenda trafîkê û saziyên hikûmetê ne di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye.”

“Îro me biryar da ku şanda Herêmê serdana Bexdayê bike, da ku danûstandinan ji bo bidestxistina mafên darayî yên gelê Kurd bike”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser gotûbêjên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û ragihand: “Îro me biryar da ku şanda Herêmê serdana Bexdayê bike, da ku danûstandinan ji bo bidestxistina mafên darayî yên gelê Kurd bike. Me ti hincetek ji Bexdayê re nehiştiye. Ji destpêka kabîneyê ve, em bi komeke pirsgirêk re rû bi rû man, ku yek ji wan jî ne me dirust kiribû. Belavbûna Korona ne di desthilatdariya me de ye.Têkçûna rewşa aborî ya cîhanê bandoreke neyînî li ser rewşa aborî ya gelê Kurdistanê jî kiriye. En ne sûçê me ye û me neafirandiye. Daketina buhayê petrolê, ne sûcî Hikûmeta Herêmê bû, ev bazara navneteweyî ku buhayê petrolê kêm kiriye ku yek ji girîngtirîn çavkaniyên dahata Herêmê ye. Ligel wê jî me hewl da ku pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan me hewldanên xwe yên bi Bexdayê re domandin.Bila ez hin rastiyan nîşanî we bikim? Ji destpêka vê kabîneyê ve, me serdana Baxdayê kir û me ji bo çareserkirina arîşeyan bi hIkûmeta berê û ya niha ya Baxdayê re gengeşe kir. Pirsgirêkên me ne tenê mûçe ye. Pirsa xak, nasname, pêkanîna destûrê, mafên rewa yên gelê me jî hene. Mixabin hîn jî em dibînin ku li hinek cihan dagîrkirina axa gelê Kurdistanê berdewam e.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir