• DOLAR 32.271
  • EURO 34.713
  • ALTIN 2405.778
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 284 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 50 hezar û 594 kesan û bi pêketina 10 hezar û 827 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser milyonekî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 284 kesê din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 50 hezar û 594 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser milyonek û 51 hezarî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir