• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Rêwîtîya bi zor û zehmet a koçeran dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koçerên ku ev bû nêzî 2  mehan di rêwîtîya vegerê de bûn gihaştin Sêrtê û ew ê rêwîtîya wan li Êlihê bi dawî bibe. Koçerên ku her sal rêwîtîyên bi zor û zehmet dikin derbarê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan Îlkê re axivîn.

 Koçerê bi navê Kenan Behlanê ku şivantîyê dike derbarê mijarê de destnîşan kir, ew niha ji gundên Sêrtê derbar dibin û be bi Êlihê ve diçin û ew ê konên xwe li herêma Ramanê deynin.

“Em ji bo pezên xwe bidin çêrandin salane 300-400 hezar tl didin heqê zozanan”

Behlan di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, mesrefên koçerîyê pir zêde ye û dewlet di vî warî de ji wan re qet nabe alîkar. Behlan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji zozanên Colemêrgê ketin rê û niha ber bi herêma Ramanê ve diçin. Di dema vê rêwîtîyê de em li rasta gelek zor û zahmetîyan tên. Em bû 30 sal ku em koçertîyê dikin. Ev kar ji me re ji bav û kalên me ji me re maye. Em ji Nisêbînê bigire heta temamê gundên Colemêrgê digerin. Îsal mesrefên me pir zêde ne. Heqê zozanan pir zêde ye. Em ji bo pezên xwe bidin çêrandin salane 300-400 hezar tl didin heqê zozanan.”

“Bila dewlet li me xwedî derkeve”

Behlan di dawîya axavtina xwe de daxwaz kir ku dewlet li wan xwedî derkeve û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di dema rêwîtîyê de gundî ji me re zehmetîyan derdixin. Kesên ku erdên wan neajotîne bi xwe jî li cendirmeyan digerin û gilîyên me li ba wan dikin. Ji ber vê yekê cendirme ceza didin me. Em bi vî karê xwe feyde didin temamê dinyayê.Bila bi vî warî de ji me re bibin alîkar.”(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir