• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Nêçîrvan Barzanî: “Ji bo aramiya Iraqê divê pirsgirêk bên çareserkirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtina ku hat kirin de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya rola Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletiya li hevkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê, yên ji bo çareserkirina kêşeyan kir û  li gel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert hevnêrîn bûn ku ji bo aramiya Iraqê, divê kêşeyên Hewlêr – Bexdayê bêne çareserkirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de  Jeanine Plasschaer ji bo koça dawî ya Parêzgerê Hewlêrê Dr. Firset Sofî sersaxî li Serok Nêçîrvan Barzanî û malbata rehmetî kir û hevsozî û hevxemiya xwe li gel wan derbirî. Paşê rewşa Iraqê bi giştî, rewşa koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê, rêkeftina dawî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya di derbarê Şingalê de, hilbijartina pêşwext a Iraqê û pêşhatên dawî yên belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) guftûgo kirin.

Derbarê rêkeftina her du hikûmetên Herêmê û Federalî ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê de ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ve hatiye piştgîrîkirin, her du alî hevnêrîn bûn ku rêkeftineke girîng e û hevkarî û hemahengiya aliyên peywendîdar divê ji bo ku bikeve warê bicihkirinê, herwiha tekezî li ser pêwîstiya Iraqê bi aramiyê kirin.

Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi rêz û pêzanînê ve rola girîng a Neteweyên Yekgirtî li Iraqê dinêre û pesnê karên wan ên mirovî yên li Şingalê da.

Di derbarê wargehên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê de jî, Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê piştgîriyê li vegerandina xwe bi xwe xwestina koçberên Iraqê ji bo bajar û navçeyên wan dikin û zelal kir ku birêvebirina wargehan û dabînkirina xizmetguzariyên wan wekî perwerde û tendirustî û av û kareba û xizmetguzariyên giştî yên din, têçûneke zêde li ser Herêma Kurdistanê dikevin, her du alî jî hevnêrîn bûn ku divê bingeheke rast li rûyê dabînkirina aramî û asayîş û xizmetguzariyên wan yên ji bo vegerandina xwestina wan bê kirin.

Rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rûbirûbûna terorê û çend pirseke ji bo her du aliyan girîng bûn, mijarên din ên vê civînê bûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir