• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 28 hezar û 816 kesî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 272 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 28 hezar û 816 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 28 hezar û 816an û bi pêketina 4 hezar û 206 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 504  hezar û 281 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 272 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 28 hezar û 816 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  504  hezar û  281  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir