• DOLAR 32.256
  • EURO 34.684
  • ALTIN 2403.105
  • ...
Li 3 bajaran  ji ber eraqê hejmara mirîyan derket 32 kesî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îzmîrê îro 4 kesên din ên ku ji ber vexwarina eraqê bi jehrê ketin û hatin rakirin nexweşxanê mirin. Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber eraqê li Îzmîrê mirin derket 20an.

Li Mêrsînê jî 13 kes ji ber bihejrêketina ji eraqê hatin rakirin nexweşxanê. Ji 13 kesên ku eraqê vexwaribûn hatin rakirin nexweşxanê  5 kes mirin û 8 kes jî hêj li nexweşxanê ne.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 4 rojên dawî de li Îzmîr, Mêrsîn û Kirikkalê 32 kesên ku ji ber eraqa ku vexwarin hatin rakirin nexweşxanê mirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir