• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê: “Pêwîst e ku ji zêdebûna heqê xurekê re çareyek bê dîtin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de derheqê mijarên mîna erka malbatê ya di  warê micadeleya li dijî tiryakê de, heywanên sikak û kolanan û zêdebûna heqê erzaq û xurekê de nirxandinên balkêş kir.

“Bikaranîna tiryakê, lîstina qumarê û vexwarina eraqê ji ferdîbûnê derket û bû şobeke civakî”

Saglam di daxuyanîya ku da de derheqê micadeleya li dijî tiryakê de wisa nirxandinan kir: “Bikaranîna tiryakê û rajêrîya tiryakê problemeke muhîm a civakî ye. Êdî bikaranîna tiryakê, lîstina qumarê û vexwarina eraqê ji ferdîbûnê derket û bû şobeke civakî.Ji teref Navenda Şopandina Tiryak û Rajêrîya Tiryakê ya Tirkîyê ve lêkolînek hat kirin. Di lêkolîna ku li ser 15 hezar û 328 kesî hat kirin de derket holê ku ji sedî 85ê ciwanên ku tiryakê bikar tînin digel malbata xwe dijîn û ji sedî 47 wan jî di mala xwe de tiryakê bikar tînin. Netîceya herî bi xetere ya lêkolînê ev e: Malbatên ku zarokên wan tiryakê bikar tînin haya wan ji wan tune ye û encax piştî 2 salan pê dihesin ku zarokên wan bûne mubtelayê tiryakê.Ev netîce nîşan didin  ku sazîya me ya malbatê zeîf bûye û malbat ferdên xwe ji xetereyên derve nikarin muhafeze bikin. Ger ferdên malbatê bên perwerdekirin û bi şiûr bibin û hezkirin û têkilîya di nav malbatê de zêde bibe ew ê meylkirina bi tiryakê kêm bibe.  Dê û bav mesûl in ku zarokên xwe di vî warî de muhafeze bikin. Divê ew, zarokên xwe di vî warî de hişyar bikin û haya wan ji wan hebe û wanan taqîb bikin û di wextê wê de tevdîran bistînin û midaxeleyî wan bikin.”

“Li gorî daneyên meha Îlonê sînora birçîbûnê ya malbateke 4 nefs 2 hezar û 447 lîre û sînora feqîrtîyê jî 7 hezar û 973 lîre ye”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser zêdebûna erzaq û xûrekê  û destnîşan kir ji ber vê yekê xelk zêde şepirze dibe û zehmetîyê dikşîne. Saglam dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Li gorî daneyên meha Îlonê sînora birçîbûnê ya malbateke 4 nefs 2 hezar û 447 lîre û sînora feqîrtîyê jî 7 hezar û 973 lîre ye. Di nav salekê de di warê sînora birçîbûnê de 385 lîre guhartin çêbû ku ev yek jî teqabûlî ji sedî 18.56 dike. Ev rêje enflasyona salane ya kesên ku bi destheqê kêmtirîn dixebitin û ya kesên ku dahata wan kêm e ye.  Lewra ev her du kom, mecbûr in ku temamê dahatên xwe ji kirîna erzaqê re xerc bikin.  Di salên dawî de her tim bûhayê erzaq û xurekê zêde dibe. Pêwîst e ku ji zêdebûna heqê xurekê re çareyek bê dîtin.”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, digel ku welatê me welatê çandînî û ajalvanîyê be jî dîsa gelek pêdivîyên sereke ji derve yên îthalkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku ehemîyeta pêwîst ji hilberîneran re nayê dayîn îro problemeke mezin derket pêşîya me.Divê êdî sektora ajalvanî û çandinîyê zêdetir neyê îhmalkirin.

“Ji ber êrîşên wan kuçikên bêxwedî gelek welatîyên me birîndar bûn û hinek ji wan jî canê xwe ji dest dan”

Saglam di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser heywanên ku li kolanan êdî zehmetîyê didin însanan û derbarê mijarê de wisa got: “Êdî li navendên bajaran û li warên civakî heywanên bêxwedî zêde dibin û zirarê didin tenduristîya însanan û gefê li wan dixwin. Nexasim ji ber êrîşên wan kuçikên bêxwedî gelek welatîyên me birîndar bûn û hinek ji wan jî canê xwe ji dest dan. Divê heywanên bêxwedî ji nava bajaran bên dûrxistin û di stargehan de bên xwedîkirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir