• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ev înkarkirina Kurdan û bêtehamûlî ji bo çi ye?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew zirara ku zihnîyeta pergala Kemalist a ku her tim înkarîya Kurdan dikir ji teref hemû kesî ve tê zanîn. Ev zihnîyet her tim li ser red, înkar û asîmîlasyonê hatibû avakirin û ev yek bi salan hat rexnekirin û ew gavên ku li dijî heq û azadîyan bûn li rasta bertekan hatin.

Divê meriv a rastîyê bêje ku di 20 salên dawî de di vî warî de hinek gav hatin avêtin ku meriv bi vê yekê piçek be jî hêvîdar bû; encax di van çend salên dawî de ev gavên musbet cihê xwe ji gavên menfî re hişt û zihniyeta ku li ser înkarkirina Kurdan hatiye damezrandin cardin geş dibe.

Heta berî vê çend salan di kitêbên dîrokê yên lîseyan de di pola 9emîn de di beşekê de qala Kurdan û Mislimanbûyîna wan dihat kirin.Lê bi midaxeleya ku hat kirin ev beş hat rakirin ku ev yek wê zihniyeta ku li ser dijberî û înkara Kurdan hatiye avakirin tîne bîra mirovan.

Di kitêba bi navê El-Belazurî ya Futuhu’l Buldan de qala Mislimanbûna qewmên cûda  tê kirin ku sala borî MEBê vê yekê wek çavkanî nîşan dabû û di rûpela 183emîn a kitêba dîrokê de weşandibû ku tê de qala Kurdan û Mislimanbûna wan jî dihat kirin ku MEBê îsal ango di 2020an de van agahîyên derheqê Kurdan ji kitêbê derxist.

Di çapa 2019an de dihat gotin ku, Îslam ji bilî Ereban ji teref Acem, Berberî û Kurdan ve hatiye qebûlkirin ku di çapa îsal de Kurd ji vê beşê hatin derxistin û hatin înkarkirin.

Bi heman awayî di çapa 2019an de qala sehabîyê Kurd Caban el-Kurdî dihat kirin û dihat gotin ku Kurd hêj dema ku Hz. Muhammed(s.x.l) sax bû Îslamîyetê qebûl kirine û bûne Misliman; lê belê di çapa 2020an de ev agahî jî hatin derxistin.

Dîsa di heman kitêba dîrokê ya ku di sala 2019an de hatibû çapkirin de hatibû gotin “Kurd ji qewmên ewil bûn ku Îslamê qebûl kirine.”Lê ev agahî jî di sala 2010an de hatin derxistin û Kurd ji teref zihniyeta înkarker ve hat derxistin.

Weke ku dê bîran  Sekreterê Giştî yê MHPê Îsmet Buyukataman sala borî ji bo agahîyên ku di kitêba dîrokê de derheqê Kurdan de hatine nivîsandin îtîraz kiribû û ji Wezîrê Perwerdehîyê ya Neteweyî yê Tirkîyê Zîya Selçuk re nameyek nivîsandibû.

Tê diyarkirin ev agahîyên derheqê Kurdan de ji ber tesîra vê nameya MHPyî hatin derxistin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir