• DOLAR 32.267
  • EURO 34.712
  • ALTIN 2401.89
  • ...
Ji ber bihabûna heqê rûn xelk mexdûr û perîşan e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dikandarên Êlihî yên ku erzaq û xureqê difiroşin derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kirin.

“Xweda bibe alîkarê feqîran”

Ehmed Turkê ku dikandar e derbarê mijarê de destnîşan kir heqê rûn her ku diçe zêdetir dibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû 25 sal ku ez dikandarîyê dikim. Berî niha teneka rûn derketibû 150î. Dû re dîsa heta 138 lîreyan daket. Lê ev bû 10 roj ku heqê rûn firîya û derket 190 lîre. Em niha teneka rûn difiroşin bi 180 lîreyan. “

“Divê rayedarên dewletê çareyekê ji vê yekê re bibînin”

Turk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir heqê rûn gelek zêde bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em teneka rûnên ku ji me re tên bi 150-160 lîreyan difiroşin. Mixabin heqê rûn gelek zêde bûn. Dema ku em sedema vê yekê dipirsin, fabrîka ji me re dibêje ku em ji bo rûn çavkanî nabînin. Xweda ji feqîran re alîkarîyê bike. Divê rayedarên dewletê çareyekê ji vê yekê re bibînin.”

“Divê hikûmet demildest çareyekê ji vê yekê re bibîne”

Dikandarê bi navê Îlhan Narîn jî derbarê mijarê de destnîşan kir, ew di warê temînkirina rûn de zehmetî dikşînin û dû re wiha got: “Em sedema zêdebûna fîyetan nizanin. Ji ber ku fiyet zêde dibe xelk zehmetîyê dikşîne. Berî vê mehekê heqê rûn 140 lîre bû; lê belê niha 190 lîre ye, hetta hinek kes bi 205 lîreyan difiroşin. Em dixwazin sedema vê zêdebûnê hîn bibin. Fabrîka bi xwe jî fîyeteke eseh ji me re nabêjin.”

Narîn di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir; ji ber zêdebûna fîyetê xelk perîşan û mexdûr e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bifikirin kesekî ku destheqê kêmtirîn distîne mehê tenekekek rûn bistîne ew ê çawa îdareya mala xwe bike? Divê hikûmet demildest çareyekê ji vê yekê re bibîne.Heqê çareyekê nebînin dibe ku heqê rûn zêdetir bibe.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir