• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Îranê di 24 seatên dawî de 110 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 22 hezar û 154an û bi pêketina hezarek û 894 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  384 hezar û 666 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 110 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 22 hezar û 154 kesî û hejmara pêketîyan jî derket 384 hezar û 666 kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir