• DOLAR 32.489
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2441.803
  • ...
Şehzade Demîr: "Divê meseleya Kurd di çarçoveya edalet û wekhevîyê de bê çareserkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Demîr di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, divê meseleya Kurd di çarçoveya edalet û wekhevîyê de li gorî hiqûqa biratîyê bê çareserkirin.

Bêhedîya Joe Bîden û meseleya Kurd

Demîr derheqê bêhedîya Joe Bîden de wisa nirxandinan  kir: “Joe Bîdenê namzedê demokratan a serokatîyê ya li Amerîkayê di axavtina xwe ya ku kir de heddê xwe derbas kir û muxafeleta xwe ya li hember îqtîdara Tirkîyê eşkere kir. Amerîka û welatên din ên emperyalîst her tim destekê didin darbeyên sîwîl û leşkerî yên li welatên ku dixwazin ji tehaqqûma wan rizgar bibin û heta ji destên wan tê li van welatan tevlîhevî û alozîyê derînin  da ku ev welat stûyê xwe li ber wan bitewînin.Em li Tirkîyê jî ji vê yekê re bûn şahid.Ev qas tişt hatin serê Tirkîyê; lê belê Tirkîye hêj Amerîka wek muttefîqê stratejîk dide nasîn û ji van tiştên ku hatine serê wî ders û ibret nagire ku ev yek meriv xemgîn dike.”

“Li ser vê ednigarîyê ji meseleyên herî muhîm ên ku li benda çareserîyê ne yek jî meseleya Kurd e”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ew cudakarî û berberîya ku li hember Kurdan tê kirin li gorî berjewendîya emperyalîzma ku navenda wê Amerîka ye tê û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Li ser vê ednigarîyê ji meseleyên herî muhîm ên ku li benda çareserîyê ne yek jî meseleya Kurd e ku divê muheqqeq bê çareserkirin. Welatên emperyalîst û nexasim Amerîka ev bû sed sal ku ji bo herêma me kontrol bikin bêçareserîya di meseleya Kurd de bi kar anîn. Ew cudakarî, înqar û berberîya ku li herêmên Kurdan ji teref dewletên ku li ser wan axan bûne desthilatdar ve tê kirin, li gorî berjewendîya emperyalîzma ku navenda wê Amerîka ye. Divê meseleya Kurd di çarçoveya edalet û wekhevîyê de li gorî hiqûqa biratîyê bê çareserkirin ku divê ev yek ji teref Tirkîye û welatên cîran ve bê kirin. Ger ev yek bê kirin dê li ser erdnigarîya me aştî û aramî hakim bibe. Dahatûya vê erdnigarîyê li ser gelên ku li ser vê erdnigarîyê dijîn ferz dike ku Ereb, Tirk, Kurd û Faris pêkve bijîn. Ji ber vê yekê dev ji wan polîtîkayan bê berdan  da ku meseleya Kurd ji emperyalîstan re neyê hawalekirin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir