• DOLAR 32.382
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2326.314
  • ...
PDKê bersiv da daxuyanîya KCKê: “Şikestinên xwe nexin stûyê PDKê”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê zirara ku PKKê li Herêma Kurdistanê dide Kurdan de nirxand hat kirin û qala  gengeşî û alozîya ku PKKê li herêmê jê re bûye sedem hat kirin.

Temamê metna daxuyaniya PDKê:

“KCK roja 23.8.2020 daxuyaniyek belav kiriye û tê de dixwaze şikestinên xwe yên çend salên derbasbûyî di warê siyasî û cografî û hizrî û pêgeha cemawerî li perçeyên Kurdistanê, bixe histê PDKê. Ji xwe, guman heye li cem xelkê Kurdistanê û revenda Kurdî li ser şêwazê xebata KCKê û herdem helwêstên KCK ketine beriya çêbûna bûyeran, ku ew yek jî kirine ji bo meşandina lîstikên dewletên navçeyê û ji derxistina astengiyan li pêşiya pirsa Kurdî.

KCK her ji dema ku silogana (Çiya mitîng e) bilind kiriye, li şûna ku xebat û têkoşînê bike ji bo serxwebûna Kurdan li Bakurê Kurdistanê, yan jî li şûna ku (mitînga ji bo Bakur) bikin rêbazeke siyasî ji xwe re, herdem di bin navê (demokrasî ji bo gelan) xwe li çiyayên Herêma Kurdistanê veşartine.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de qala zarokên ku di nav PKKê de hatine biçekkirin û wan didin şerkirin hat kirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Li Şingalê hêzek ava kirin ji bo biştevaniya Heşda Şeibî û ji aliyê hizrî ve mejiyê zarokan dişûştin û zarokên bin 13 salî çek dixistin destê wan û ew tevlî xwe dikirin, ew jî bi navê (birayetiya gelan). Herdem xizmeta xeteke istixbaratî ya dewletên navçeyê kirine, ku di nava 10 salên derbasbûyî de li çiyayên Herêma Kurdistanê bûne sedem û hêzên Tirkiyê kişandine navçeyên sînorî yên Zaxo û Amêdiyê heya bi sînorê Hacî Omran û Qendîl û navçeyên sînorî yên Helebçe. KCK bi navê civakê li Kampa Mexmûrê gelek caran mertalên mirovî ji bo pilangîriyê û derxistina tevliheviyê li bajarên Herêma Kurdistanê, kar kiriye. Dema dagîrkirina navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 ji aliyê Heşda Şeibî ve, KCK alîkariya Heşda Şeibî dikir û li Şingalê jî bi Heşda Şeibî re cihî xwe qayim dikirin.”

KCK tevî şikestinên xwe yên berdewam di şêweyê kar de, herdem wek destekî ji bo armancên siyasî û istixbaratî yên dewletan li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140, bûye.

KCK ji aliyê hizrî ve, ku rêbaza wan nayê qebûlkirin li ser asta navdewletî û li ser asta Bakurê Kurdistanê jî, berdewam li pey xeyalên siyasî dikevin, ew jî bi wan navên xeyalî, wek herêma Heftanîn û Xinêre û Avaşîn û herêma Qndîl û Parastina Mîdya ligel navê çend herêmên din, ew jî di dema ku cihê xebata xwe li Bakurê Kurdistanê hiştine û hatine xwe li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê xwe veşartine. Li van navçeyan jî jibilî stendina bac û gumrikê ji xelkê Herêma Kurdistanê û çêbûna xerakirin û wêraniyê ji ber kişandina artêşa Tirkiyê bo navçeyê, û revandina xelkê Kurdistanê û hinek caran guhertina berê xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê û êrîşa bi guleyan û revandin û sivkatî bi ala pîroz a Kurdistanê, KCK êdî ji nû tê û tomet û bêbextiyan dixe histê PDKê û di daxuyaniyekê de bê ku zanebûna dîrokê û bê lojîka siyasî û hebûna rewabûnê xwe derdixin, ew jî bê ku zanibin li gorî sîstema rêveberiya Herêma Kurdistanê rewatiya hebûna wan li Herêma Kurdistanê bi xwe nîne û tenê malwêranî ne ji bo xelkê navçeyên sînorî.

PDK di çarçoveya hestkirina bi berpirsyaretiyê wek dilxwazek jibo aştiyê bo pirsa Kurdî li Tirkiyê, karên baş ji bo xizmeta lihevkirina siyasî bidestve aniye, lê KCK aştî li Bakur bi çend bûyeran binax kir û kirasekî bixwîn avêt ser hewlên aştiyê û êdî berê pêvajoyê da şer û piştre bûn sedemek ku xelkê Bakurê Kurdistanê bikevin rewşeke pir xerab de, ew jî ji ber PKKê û êdî nêta PKK nas kirin ku PKK ne li berjewendiya xelkê Bakurê Kurdistanê digere. Lewma bilez destê KCK li wir xuya bû û navê wê bû têkder. Êdî xelkê Bakurê Kurdistanê PKK qebûl nedikirin. PDK jî herdewam hewldaye ku PKK xeletî û şaşîtiyên xwe yên siyasî rast bike û PKK wek hizbekî sivîl xebatê bike. PKK her diçe bin bandora gotina (divê di bin adyolojiyayeke bazneyî de siyaset were kirin û em ji hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê dûr bikevin).

Niha xelkê Bakurê Kurdistanê û Baûşr Rojava û Rojhilat jî dizanin ku KCK dixwaze di xizmeta lîstikeke dewletên navçeyê wek şûrekî ji bo xerakirina ezmûna Herêma Kurdistanê pêşiya bûyeran bikeve.

PDK herdem nerîna wê ev bûye ku li gorî derfetên siyasî û civakî û cografî li herçar perçeyên Kurdistanê divê hertişt bi jîrî û bilojîk di xizmeta Kurdistanê de be û divê têkoşîna netewî were rêxistin û hizib di xizmeta mafên rewa yên gelê Kurdistanê de bin. Ne partiyek bi dehan nav û al û bi tundiya siyasî pirsa Kurdî li navendên navdewletî were nîşandan û navê Kurdan li cîhanê were kirêtkirin.

KCK di daxuyaniya xwe de gotiye, ku qaşo, PDK piştî êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, PKK bi sedema wan êrîşên Tirkiyê dizane, herwiha bangeşe ji bo wê yekê dike ku ew navçeyên Herêma Kurdistanê yên ku niha çekdarên PKKê li wir in, û bûne sedem ku bi sedan gundên wan navçeyan nehatine avedankirin, bi awayekî diaxivin wek ew rêveberê sereke bin li wê navçeyê û wê navçeyê wek herêma xwe binav dikin û qet guh nadin serweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Derbarê van gotinan de, em bi eşkere dibêjin, Herêma Kurdistana Iraqê herêmeke naskirî ye û destûrî ye di çarçoveya Destûrê Iraqê de, û xwedî parlamento û hikûmet û dezgehên şeriî ye, lewma her hêz û aliyekî siyasî yê perçeyên din ê Kurdistanê, ku bi neçarî û ji ber rewşa ku li cem wan heye û tên Herêma Kurdistanê, pêwîst e rêz û hurmetê ji serwerî û yasayên Herêma Kurdistanê re bigrin û di çarçoveya wan rênmayên ku ji wan re hatine diyarkirin, divê xebata xwe ya siyasî bikin û Herêma Kurdistanê rastî pirsgirêk û aloziyan ligel dewletên cîran nekin.. Ji ber wê yekê jî, dema ku dewleta Tirkiyê bi hiceta hebûna çekdarên PKKê sînorê Iraq û Herêma Kurdistanê derbas dike û êrîş dike ser gundên me, rêbertiya PKKê li şûna ku alîkariya parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, ji bo ku hizet ji Tirkiyê re nemînin, tên û rê ji destêwerdan û êrîşên Tirkiyê re zêde dikin, ku ev yek li ti dewleteke cîhanê nayê qebûlkirin û tişta ku dikin şikandina heybet û serweriya vê dewletê.

Di beşeke din a daxuyaniya KCKê de hatiye, ku daxwaza rewa ya parlamento û Hikûmeta Kurdistanê ji KCKê ji bo rêzgirtinê li yasayên Herêma Kurdistanê, tê vê wateyê: (Em dest ji berxwedana xwe ya li dijî Komara Tirkiyê, berdin.)

Ev gotina KCKê bi şêweyekî wisa nizim hatiye nivîsandin, baş e we heya niha kariye li nava axa Kurdistana Tirkiyê pêkehekê ji xwe re azad bikin û ji wir xebata çekdarî bikin. Kesek nizanibe, dê bêje PDK nahêle hûn xebata çekdarî li Çiyayên Kurdistana Tirkiyê bikin.. Derbarê wan gotinên we yên ast nizim jî em dibêjin: Baş e kê nehiştiye hûn xebatê bikin li Kurdistana Tirkiyê. Çima hûn bi camêrî beşekî ji navçeyên Bakurê Kurdistanê azad nakin û ji wir xebat û çalakiyên xwe berdewam nakin. Pirs li vir ew e, gelo li nava axa Herêma Kurdistanê hûn berxwedanê li dijî Komara Tirkiyê dikin û hûn li vir xebatê ji bo mafê rewa yên Kurdên Bakurê Kurdistanê dikin? Yan jî hûn nikarin xebata çekdarî li Kurdistana Tirkiyê bikin û ji serî de hûn ji bo çêkirina pirsgirêkan ji xelk û parlamento û Hikûmeta Kurdistanê re û ji bo xerakirina ezmûna Herêma Kurdistanê hûn li vir in? Eger hûn ewqasî camêr in û hûn dixwazin berxwedanê li dijî Komara Tirkiyê bikin, gerek hûn li nava axa Kurdistana Tirkiyê wî karî bikin. Ne li cihekî ku bi sedan kîlomitir dûrî Kurdên Bakurê Kurdistanê ye.

KCK herwiha di daxuyaniya xwe de, behsa bicîhbûna Hêzên Pêşmerge li Zînî Wertê dike û li vir de jî bi şêweyekî pir nerast diaxive. Baş e Zînî Wertê ne beşek e ji axa Herêma Kurdistanê? KCKê bi şêweyekî diaxive ku bicîhbûna Hêzên Pêşmerge bi biryara Hikûmeta Kurdistanê li wê navçeyê binpêkirina mafê PKKê ye. Baş e rêbertiya PKKê bi lojîkekê ew maf daye xwe ku di çarçoveya sînorê yasayî û destûrî yê Herêma Kurdistanê, sînoran ji tevgera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re deyne. Ev helwesta PKKê jibilî ku wek bênirxkirina siyaset û sitratîjiya yekîtiya netewî ye di nava Kurdan de, herwiha xweferizkirine mezin e li ser Herêma Kurdistanê û qet nayê qebûlkirin. Xelkê Herêma Kurdistanê jî bi wan gotinên we yên nerast nayên xapandin û rastiyê dizanin.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de KCK dibêje, (em bi hewara Kurdên Êzdî ve li Şingalê çûn).

Hêzên Pêşmerge wê demê pilan danîbûn ku ligel hêzên hevpeymanan biçin nava Koçoyê û Kurdên Êzdî ji dorpêça terorîstên DAIŞê rizgar bikin. Pirs li vir ew e, gelo KCK dikar bi eşkere ji gelê Kurdistanê re bêje: Kîja hêzê nehişt ku ew operasyona hevbeş a Pêşmerge û hevpeymanan ji bo rizgarkirina Kurdên Êzdî li Koçoyê were kirin? Gerek em ji gelê Kurdistanê re bêjin, yên ku çend caran nehiştin operasyona azadkirina Şingalê birêbe biçe û çend caran hiştin ew operasyon paş bikeve, çekdarên PKKê yên li wê navçeyê bûn. Piştî ku bi qehremaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Şingal hat rizgarkirin, êdî wê demê çekdarên PKKê hatin û beşek ji Şingalê veqetandin û kantonek tê de ava kirin û destê xwe xistin destê Heşda Şeibî û li şûna Ala Kurdistanê ala PKKê bilind kirin, ji bo ku balafirên Tirkiyê bên û li Şingalê bidin û xelkê Şingalê dîsa rastî karesatan bibin.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku erkê ser milê wan e parastina her busteke axa Kurdistanê bikin û qet nake minet bi ser welatiyên xwe de, lê wek mînak dema Hêzên Pêşmerge çûn bi hewara Kobanî ve, piştî rizgarkirina wî bejêrî, gelo beşek ji Kobanî dagîr kirin? Yan piştî ku beşek ji erkê xwe yên niştimanî bicîh anîn, gelo gotin êdî em venagerin Herêma Kurdistanê? Pirs li vir ew e, eger hûn rast dibêjin û eger we bergîrî di ber Kurdên Êzdî de kir, çima piştî rizgarkirina Şingalê we Şingal ji Êzdiyan re nehişt û çima hûn dîsa wan dikin qurban ji armancên xwe yên xerab re?

Di beşeke dinî daxuyaniya xwe de, KCK amaje bi yekîtiya netewî dike, bi rastî cihê pêkenînê ye ku KCK wî mafî dide xwe behsa yekîtiya netewî ya Kurdan bike. Li vir pir girîng e ku em pir bi eşkere ji gelê Kurdistanê re bêjin û bipirsin, gelo ne PKK bû yê ku kongreya netewî jinav bir û nehişt encumena netewî ava bibe? Gelo ne PKK ye yê ku Ala Kurdistanê dişewitîne û yên ku vê alayê bilind dikin li wan didin û sivkatiyê bi wan dike? Gelo Ala Kurdistanê ala PDKê ye ku hûn dişewitînin? Gelo ev ala ku beriya damezrandina Komara Kurdistan li sala1946 sembol û hêviya neteweyekî dagîrker û bêdewlet, nebû?

Derewên nava daxuyaniya KCKê ewqasî mezin bûn, ku di astekê de bûn ku pêwîst bû em rastiyan eşkere bikin, lewma em di dawiyê de ji KCKê re dibêjin, hêzeke siyasî ku navê kurdbûnê li xwe bike û bi eşkere ala Kurdistanê bişewitîne û sivkatiyê bi neteweya xwe bike, divê şerm û fedî bike dema ku behsa yekîtiya netewî ya Kurdî û berxwedan û xebata ji bo mafên rewa yên xelkê Kurdistanê bike. Herwiha ne guneha PDKê ye ku hûn ji aliyê hizrî û pêgeha cemawerî li nava herçar perçeyên Kurdistanê rastî şikedtinê hatine? Gunehê PDKê çi ye ku gelê Kurd li Bakur û Rojava û Başûr û Rojhilat rûyê we yê rast dîtiye û fêm kirine ku ev koma bi navê civakê, bi qasî ku di berjewendiya derve de kar dike, ewqasî ji bo pirsa Kurdî û wek hêzekî resenî Kurdistanî xebatê nake.”(ÎLKHA)

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir