• DOLAR 32.523
  • EURO 34.79
  • ALTIN 2421.522
  • ...
Li Fîlîpînan 2 êrîşên bombeyî hatin lidarxistin: 11 kuştî 40 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama êrîşên ku hatin lidarxistin de 11 kes canê xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Korgeneral Corketo Vînluanê ku di Fermandarîya Mîndanaoya Rojava de wezîfedar e ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin;  ji 2 êrîşên ku hatin kirin yek jê êrîşa xwekujîyê bû û ji ber teqînê 11 kes canê xwe ji dest dan ku ji van herî kêm 5 leşker in û 18 jê leşker û 22 sîwîl tevde 40 kes jî birîndar bûn.

Yarbay Ronaldo Mateoyê Berdevkê Tumena Pîyadeya 11emîn a Artêşa Sulu  jî destnîşan kir êrîşa duyemîn ji teref pîrekekê ve hat lidarxistin û dibe ku êrîş ji teref koma Ebu Sayyaf ve hatibin lidarxistin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir