• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Brezîlya 192, li Hindistanê 846 û li Meksîkayê jî 644 kesên din ji ber Covid-19 mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hindistan

Wezareta Parastinê ya Hindistanê destnîşan kir di rojekê de bi 61 hezar û 749  kes bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 3 milyon û 105 hezar û 185 kesî û bi mirina 846 kesên din hejmara mirîyan jî derket 57  hezar û 692 kesî.

Meksîka

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de 644 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 60 hezar û 254 kesî. Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 6 hezar û 482 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 556 hezar û 216 kesî.

Brezîlya

Wezareta Parastinê ya Brezîlya destnîşan kir di rojekê de bi 6  hezar û 771 kes bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 3 milyon û 589  hezar û 469 kesî û bi mirina 192 kesên din hejmara mirîyan jî derket 114 hezar û 469 kesî.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir