• DOLAR 32.38
  • EURO 34.728
  • ALTIN 2399.955
  • ...
​Saglam: “Peymana Stenbolê ya ku sedema îfsadê ye pêwîst e demildest bê fesihkirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê rojeva hundir de nirxandina heftîyî kir. Saglam di nirxandina ku kir de balan kişand li ser zirarên ku Peymana Stenbolê jê re bûye sedem.

“Her çiqas ew zirar û tesîrên neyînî û menfî yên ku Peymana Stenbolê ji wan re bûye sedem derdikevin holê ew înfîala ku di nav civakê de ji ber vê yekê derketiye holê mezintir dibe”

 Saglam di destpêka daxuyanîya xwe de destnîşan kir hêj Peymana Stenbolê dibe sedema berberîyê û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Her çiqas zirar û tesîrên neyînî û menfî yên ku Peymana Stenbolê ji wan re bûye sedem derdikevin holê ew înfîala ku di nav civakê de ji ber vê yekê derketiye holê mezintir dibe û berberîya ku di nav civakê de jê re bûye sedem zêdetir dibe. Eşkere ye ku piştî vê peymana ku hat îmzekirin; malbat ji hev parçe bûn, di nav malbatê de bêsadaqatî derket. Bi heman awayî dîsa piştî vê peymanê cinayetên li hember jinan,  tundîya li hember jin û zarokan, pêwendîyên xeyrî meşrû zêde bûn û ew hereketên jirêderketî bi şiklekî zêdetir xwedî li van pêwendîyên xeyrî exlaqî derketin. Bi vê peymanê tê xwestin ku zarok bê malbat û malbat jî bê zarok bimînin û her wisa tê xwestin civakeke bê malbat bê sazkirin ku ger ev peyman di merîyetê de bimîne ew ê di nav civakê de kaoseke mezin derkeve holê.”

“Peymana Stenbolê ya ku sedema îfsad, cudakarî û berberîyê ye pêwîst e demildest bê fesihkirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de banga fesihkirina peymanê kir û got: “Ji bo parastina jin an jî ferdekî/ê malbatê hewce tune ye ku kesek ji malbatê bê fedakirin. Ji bo pîrek ji tundîyê bê parastin malbat hildiweşe ku divê meriv ji vê yekê re nebe temaşevan. Divê hikûmet di çarçoveya dengên ji bo holbijartinê de li meselê mêze neke.Elbest divê pîrek ji tundîyê bê parastin û destûr neyê dayîn ku bê kuştin;lê belê divê bi heman awayî sazîya me ya malbatê û nirxên me yên exlaqî ji mufsîdkaran û jirêderketîyan bê muhafezekirin. Peymana Stenbolê ya ku sedema îfsad, cudakarî û berberîyê ye pêwîst e demildest bê fesihkirin.Divê di şûna qanûna bi reqema 6284 a ku ji bo sepandina Peymana Stenbolê hatiye derxistin de verastkirinên  li gorî nirxên me yên exlaqî û bawerî bên kirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir