• DOLAR 32.446
  • EURO 34.737
  • ALTIN 2440.848
  • ...
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 19 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 1148 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 205 hezar û 758 kesî.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Di van 3 rojên dawî de li bajarên mîna  Stenbol, Enqere, Entabê, Mêrdîn, Konya, Bursa û Diyarbekirê hejmara pêketîyan li gorî bajarên din zêde dibe.Hejmara nexweşên me yên ku di lênerîna awarte de tên taqîbkirin bi zêdebûna pêketîyan zêde dibe."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir