• DOLAR 32.417
  • EURO 35.535
  • ALTIN 2324.821
  • ...
Li Îranê di 24 seatên dawî de 163 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 571î û bi pêketina 2 hezar û 560 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 240  hezar û 438 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 163 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 571 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  240 hezar û 438 kesî.”

Sedat di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, rewşa parêzgehên Kîrmanşah, Îlam, Razewî Xorosan, Buşehr, Kurdistan, Hurmuzgan, Azarbeycana Şerq û Xerb, Xuzistan sor e.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir