• DOLAR 32.271
  • EURO 34.776
  • ALTIN 2402.695
  • ...
Li Îranê di 24 seatên dawî de 147 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 10 hezar û 817an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 227  hezar û 662 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 147 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 10 hezar û 817 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  227 hezar û 2662 kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir