• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Efxanistanê 2 jê pitik tevde 13 kesên sîwîl hatin qetilkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama êrîşa ku hat kirin de 2 jê pitik tevde 13 kesên sîwîl hatin qetilkirin. Tê diyarkirin di nav kesên ku hatin qetilkirin de pîrek jî hene.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş bi berikên hawanan  dest pê kiriye.

Piştî qetlîama ku hat kirin re gelê Lagmanê xwe berda kolanan û qetlîama ku hat kirin şermezar û telîn kirin û li dijî hikûmetê sloganan avêtin.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Talîbanê  Zabîullah Mucahîd ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Mucahîd di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di encama êrîşa ku li hember sîwîlan hat lidarxistin de 2 jê pitik 13 kesên sîwîl hatin qetilkirin û gelek kesên ku zarok û pîrek jî di nav de hene birîndar bûn.

Berî vê rojekê di navbera hikûmeta Efxanistan û Talîbanê de agirbest hatibû îlankirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir