• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 32 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi hezar û 141  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 156 hezar û 827 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Hejmara kesên ku nexweş ketibûn û baî bûn derket nêzî 120 hezarî. Hejmara kesên ku di lênerîna awarte de ne jî kêm dibe. Ji bo rîsk bikeve tevdîr şert in."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir